49 darên zeytûn û gûzê hatin birîn

Çeteyên ′Sultan Murad′ û malbatên çeteyan 49 darên zeytûn û gûzê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî birîn.

49 darên zeytûn û gûzê hatin birîn
7 îlon, 2023   09:39
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku çeteyên ′Sultan Murad′ ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 30 darên zeytûnê û 4 darên gûzê yên koçber Henan Şêxo yê ji gundê Qere Tepe yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî qut kirin.

Malbatên çeteyan jî 15 darên zeytûnê yên Şêx Mûsa Nasan ê ji gundê Qestela Kîşik ê girêdayî Şera birîne.

Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên wê û malbatên çeteyan xwezaya Efrînê û cihên wê yên dîrokî xerab dikin, demografiya herêmê diguherin, da ku tev li xaka Tirkiyeyê bikin.

(fr)

ANHA