Parêzeran ji bo hevdîtina Rêber Ocalan serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ku nêzî 3 sal in bi tu awayî nikarin agahiyê ji muwekîlê xwe wergirin, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo hevdîtina Rêber Ocalan serlêdan kir
7 îlon, 2023   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê wergirin.