Li Dêrazorê şopên wêrankariya çeteyan

Çeteyên li Dêrazorê û rojhilatê Firatê goristana şehîdan, malên gundiyan, saziyên stasyona avê û şaredarî talan kirin. 

Li Dêrazorê şopên wêrankariya çeteyan
Li Dêrazorê şopên wêrankariya çeteyan
Li Dêrazorê şopên wêrankariya çeteyan
Li Dêrazorê şopên wêrankariya çeteyan
7 îlon, 2023   09:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 12 rojên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daye destpêkirin çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û çeteyên girêdayî hin hêzan êrişî nirxên herî pîroz ên civakê û goristanê kirin û li her gundên ku tê de bi cih bûbûn alavên saziyên xizmetguzariyên gel dikin dizîn û xirab kirin. Dîmênen ku gundên ji çeteyan paqij bûne hatine girtin talana çeteyan nîşan didin.

 Di nav 12 rojên operasyonê de hin şopên wêrankariya çeteyan;

* Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî Goristana Şehîdên Firatê ya li bajarokê Hecînê û mizgefta Şiêtat talan û wêran kirin. Goristana Şehîdên Firatê ya li Hecînê di 2020′an de hate avakirin. Di goristanê de cenazeyên 16 şervanên QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hene.

* Li gundên Şihêl û Zîban çeteyan malên gundiyan û saziyên xizmetguzariyê wêran kirin.

* Li bajarokê Zîban stasyona avê ji aliyê çeteyan ve hatin talan û xirabkirin. Gelek alavên stasyonê hatin dizîn û stasyon ji kar derket. 

* Gundê El Curzî gelek alavên di şaredariya gel de hebûn ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn, tiştên nikarîbûn bidizin şikandin.

* Li bajarokê Bisêrayê çeteyan zirerên madî bi saziyên avê û şaredariyan kirin.

ANHA