Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê

Dayikên efrînî yên di şert û mercên zehmet ên koçberiyê de dijîn, hê jî çanda pêşiyên xwe diparêzin. Yek ji wan jî çanda amadekariyên xwarinên Zivistanê ye.

Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
Li Şehbayê pêşwazîkirina dema Zivistanê
7 îlon, 2023   03:39
ŞEHBA- ZAYNAB ŞÊXO

Jinên Efrînê yên koçberî kantona Şehbayê bûne li gel dorpêça hikumeta Şamê jî li gorî derfetên xwe amadekariyên demsala Zivistanê dikin.

Jin sebzeyên ku li baxçeyên li malên xwe yan jî li pêşiya çadirên xwe çandine, kom dikin û ji bo çêkirina mûnê bi kar tînin.

Di wê çarçoveyê de dimsê îsotan, dimsê bacanan çêdikin, bacanên reş, kundir û bamî hişk dikin, bacanên sor dikelînin û ji bo zivistanê radikin, pelên mêwan, penêr, mamstê kemandî (cureyekî mast e ku herêma Efrînê pê navdar e), leçer, mekdûz û xwarinên din jî ji bo Zivistanê amade dikin. Her wiha hin cureyên şêraniyan jî tên çêkirin; bastiq, mewîj, hejîrê hişk û hwd.

Dayikên efrînî bal kişandin ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê gelek xwarinên din ên ku ji bo Zivistanê amade dikirin, nema çêdikin.

Dayîka bi navê Zeyneb Ebdo anî ziman ku wan li gorî derfetên xwe dest bi amedekariyên Zivistanê kiriye, lê ew ji ber bihabûnê û dorpêça hikumeta Şamê nikarin mîna berê her tiştî amade bikin.

Dayîka bi navê Fatmê Cuma jî bi bîr xist ku dema ew li Efrînê bûn wan gelek tişt ji bo Zivistanê amade dikirin, lê di nava şert û mercên koçberiyê de zehmetiyan dikişînin.

(c)

ANHA