Sala nû ya perwerdeyê destpê dike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala nû ya perwerde û fêrbûnê destpê dike. îsal wê zêdetirî 800 hezar xwendekar perwerde bibînin.

Sala nû ya perwerdeyê destpê dike
7 îlon, 2023   02:35
REQA-EHMED EL ESAF

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihandibû ku di 10′ê Îlonê de dê dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê deriyên xwe li pêş xwendekaran vedikin.

Desteya Perwerde û Fêrkirina hewl dide rewşa perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixe, pergalên xwendinê yên nûjen ku layiqê xwendekarên herêmê ye pêk bîne. Di civîna salê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê gelek biryar hatin girtin ku dê bibin bingeha pêşxistina qada  perwerdeyê.

Der barê plan û xebatên desteyê cîgirê hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Azad Berazî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Civîna salane ya nirxandina sala xwendinê ya 2022-2023′yan hate lidarxistin. Planên xebata sala bê, piştî nirxandina xebata perwerdê ji tevahî aliyên perwerdê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin kirin, hatin danîn."

Berazî li ser encamnameyên civînê axivî û got dê ew yek xebata perwerdê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş bixin, girîngiyê bidin pêdiviyên xwendekar û pergala perwerdê. Kapasîteya pîşeyê yên kadroyên perwerdê û mamosteyan bilind bikin, pergala şopandin û nirxandina dibistanan bi hevkariya aliyên têkildar werin danîn, pergala nûjen a hilbijartina mamosteyên di perwerdê û xwendinê de pispor in werin danîn, rêbazên perwerdeya nûjen ên xwe dispêrin çalakî û lêgerînê werin pêkanîn, rêbazên perwerdeya nûjen werin peydakirin û qanûna perwerde û fêrkirinê werin danîn.

Li gorî Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, hejmara xwendekarên li dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû qonaxên perwerdê de qeyd kirine 863 hezar û 388 e. Hejmara mamosteyan 43 hezar û 99 mamoste ne û li 4 hezar û 130 dibistanî belav in. Ji wan 379 dibistan îsal hatin sererastkirin û ketin xizmetê.

Berazî aşkera kir ku 208 dibistan bi temamî hatine wêrankirin û yên beşî hatine wêrankirin 279 e.

Li ser pergala nirxandinê Berazî wiha domand: "Ew pergaleke nû ye. Ne pêkan e tu pergal bi awayekî yekser li saktora perwerdê were pêkanîn. Hin pirsgirêk hebûn, hatin derbaskirin û di çarçoveya qonaxên xwendinê de xebat li ser pergalê tê kirin."

Azad Berazî wiha dawî li gotina xwe anî: "Em her tim hewl didin her zarokek di temenê xwendinê de li daniştinên dibistanên Rêveberiya Xweser de bin. Em hewl didin xwendin mecbûrî be û hewldanên me yên pêşxistina perwerdê her tim hene. Em hewl didin xwe ji perwerdeya elektronîk nêz bikin û nivîsgehên elektronîk di tevahî dibistanan de peyda bikin."

(fr)

ANHA