Pêşî li hewldaneke reva malbatên DAIŞ`ê ji Kampa Holê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li hewldaneke reva malbatên DAIŞ`ê ji Kampa Holê girt.

Pêşî li hewldaneke reva malbatên DAIŞ`ê ji Kampa Holê hate girtin
7 îlon, 2023   13:32
HESEKÊ

Komeke ji 12 jin û 7 zarokên DAIŞ`ê, hewl dan ji Kampa Holê birevin ku bi hezaran malbatên DAIŞ`ê lê hene. Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêşî li hewldana wan a bi rêya erebeyekê, girt.

Li gor çavkaniyan, ew kom bi rêya erebeyekê ji cureye Van ku bi rêxistineke mirovî ya di nav kampê de kar dike, xwestin birevin.

Li Kampa Holê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampa herî mezin û li seranserî cîhanê ya herî xetere ye, bi hezaran malbatên DAIŞ`ê hene ku xwedî zihniyeteke tundrew in. Li gor daneyên Tebaxa 2022`yan, li kampê 54 hezar û 390 kes hene. Di nav wan de, 27 hezar û 816 iraqî, 483 sûriyeyî, 8 hezar û 91 malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene.

(şx)

ANHA