Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya mehane bi encamnameyekê bi dawî kir ku tê de plansaziya nû li ser asta siyasî, xizmetguzarî û aborî diyar kir.

Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
Meclisa Rêveber civîna xwe bi encamnameyekê bi dawî kir
6 îlon, 2023   19:31
REQA

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya mehane bi beşdariya Desteya Seroketiyê ya meclisê, nûnerên meclisê û hemû deste û nivîsgeh û hevseroketiyên meclisên xwecih û rêveberiyên herêman bi dawî kir.

Di serî de geşedanên siyasî û ewlekarî bi taybetî der barê operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" de û fîtneya ku dewletên herêmî hewl dane wê di herêmê de peyda bikin û aramiya herêmê têk bibin, hatin nîqaşkirin.

Piştre rewşa giştî ya rêveberî, desteyan û xebatên wan û pirsgirêkên ku di karê wan de derdikevin hatin nîqaşkirin, her wiha pirsgirêkên nan, sotemenî, enerjî, avê û sedemên wan û rêbazên çareserkirina wan hatin nîqaşkirin.

Di civînê de danîna hevsengiyeke giştî ya Rêveberiya Xweser û pirsgirêkên ku bandoreke nerênî li projeyên deste û rêveberiyan kirine hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber Hisên Osman di civînê destnîşan kir ku hevsengiyek ji bo deste û rêveberî û nivîsgehan dê bê danîn û ew ê di dema pêş de amade be ku girîngiyê bide projeyên ji bo berjewendiyên gel û rêveberiyê.

Di dawiya civînê de encamname ji aliyê hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid ve hat xwendin, ku tê 24 xal hene, ew jî ev in:

1- Domandina xebatan ji bo bidestxistina îtîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser di çarçoveya çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyeyê de.

2- Berfirehkirina têkiliyên derve bi dewletên herêmî û navneteweyî re bi taybetî dewletên Ereban bi rêya vekirina nûnertiyên nû yên Rêveberiya Xweser.

3- Parastina aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

4- Li ser bingeha yekitiya axa Sûrieyeyê parastina herêmên Rêveberiya Xwese li hember tevahî êrişan.

5- Parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser.

6- Destekdayîna hêzên ewlekariyê ji bo girtina şaneyên DAIŞ'ê û şaneyên girêdayî ajandeyên din û bidawîkirina diyardeyên li dijî adet, çanda civakê û piştgiriya xebatên têkoşîna li dijî hişbirê.

7- Destekdayîna daîreyên plankirinê û pêkanîna serjimariyeke giştî.

8- Girîngîdayîna projeyên xizmetguzarî yên girêdayî binesaziyê wek qîrkirina rêyan, çaksazkirina piran û danîna torên kanalîzasyonê.

9- Bikaranîna baş a çavkaniyên avî.

10- Destekdayîna saziyên tenduristiyê bi rêya çaksazkirina nexweşxane û navendên tenduristiyê û peydakirina pêdiviyên wan û avakirina nexweşxaneyên nû.

11- Destekdayîna saziyên perwerde û fêrkirinê û çaksazkirina dibistanan û avakirina dibistanên nû, her wiha domandina xebatên yekkirina minhaca xwendinê û peydakirina pirtûkên dibistanan.

12- Destekdayîn û pêşxistina saziyên çavdêriyê bi taybetî ji bo çavdêriya firneyan û başkirina cureyê nan.

13- Handana saziyên berhemdayînê yên ku xwe dispêrin berhemên xwecih û peydakirina derfetên kar.

14- Destekdayîn û pêşxistina çandiniyê û peydakirina hemû pêdiviyên wê û parastin û destekdayîna çavkaniyên sewalvaniyê.

15- Lidarxistina projeyên aborî û xizmetguzarî.

16- Destekdayîna saziyên enerjiyê û peydakirina projeyên alternatîf.

17- Girîngîdayîna kampan û başkirina rewşa koçberan.

18- Pêşxistin û destekdayîna saziyên ragihandinê.

19- Destekdayîna çalakiyên ciwanan, yên çandî û parastina şûnwar û deverên dîrokî.

20- Domandina berfirehkirina planên rêxistinî li gor pêdiviyê.

21- Parastina jîngehê û çareserkirina pirsgirêkên qirêjbûna jîngehî.

22- Destekdayîna hemû çalakiyên jinan û peydakirina hemû rêbazan ji bo derbaskirina zehemtiyên li pêşiya jinan.

23- Destekdayîna malbatên şehîdan û girîngîdayîna zarokên şehîdan bi rêya lidarxistina projeyên ku pêdiviyên wan peyda bikin.

24- Domandina xebatên perwerdekirin û amadekirina karmendên Rêveberiya Xweser.

(mh/şx)

ANHA