Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî

Pêkhateya ermen û suryan a Hesekê qurbaniyên komkujiyên dewleta osmanî yên li dijî wan pêk anîne, li pêşiya peykera sembolîk a komkujiyê ya li taxa Nasra bi bîr anîn.

Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
Ji bo naskirina komkujiyên ermen li Hesekê çalakiyeke protestoyî
6 îlon, 2023   18:24
 HESEKÊ

Pêkhateya ermen li pêşiya peykera li taxa Nasra ya Hesekê kom bûn û qurbaniyên komkujiyên ermen bi bîr anîn ku dewleta osmanî salên di navbera 1915-1917`an de pêk anîn û di encamê de bi hezaran zarok, jin hatin kuştin û bi hezaran kesên din ber bi dewleta cîran ve koçber bûn.

Beşdaran, pankartên “Naskirina navneteweyî ya qirkirina 1915`an rêya yekane ya bidestxistina mafên çandî yên gelên xisar dîtine, em bang li civata navneteweyî dikin ku bi awayekî fermî komkujiyê nas bike” hildan.

Her wiha li pêşiya peykerê, beşdaran mûm pêxist.

Dûre lîsteyeke îmze kir ku banga naskirina navneteweyî ya komkjiyên li dijî ermen, suryan û asûran dike.

(şx)

ANHA