ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 7-9-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN 7-9-2023
6 îlon, 2023   23:00

Hiqûqnas, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dijî tevahî qanûn û pergalên navneteweyî ye. Her wiha destnîşan kirin ku sedema sereke ya bêdengiya nY`yê, pêkanîna fermanên dewletên di şerê yekemîn û duyemîn a cîhanê de, bi ser ketine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspî û şêxên eşîrên Ereban li kantona Qamişloyê bang li eşîrên Ereban ên Dêrazorê kir ku hişyar bin û nekevin xefka destwerdanên derve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yek ji pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistanê enternasyonalîstê mezin Kemal Pîr ku 41 sal berê bi têkoşîn û rêbaza xwe darbeya herî mezin li rejîma faşîst xist, îro jî rêya serkeftinê nîşan dide.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya pêşwazîkirina zêdetirî 800 hezar xwendekar dikin, di heman demê de Desteya Perwerdê û Fêrkirinê diyar kir ku ew hewl dide rewşa perwerdê, xwendin bi pêş bixe û rêbazên perwerdeyê yên nûjen di sala xwendinê ya 2023-2024′an de bi kar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî derfetên sînordar, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê dest bi belavkirina mazota germkirinê bê pere li ser koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê kir.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên efrînî yên di şert û mercên zehmet ên koçberiyê de dijîn, hê jî çanda pêşiyên xwe diparêzin. Yek ji wan jî çanda amadekariyên xwarinên Zivistanê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di çend rojên dawîn de li Sûdanê rûdanên bilez û ji nişkê ve, rû didin. Weka ragihandina fermandarê Desteya Lezgîn ku amade ye şer rawestine û dest bi diyalogê bike, her wiha însiyatîfeke siyasî ku banga federalkirina Sûdanê dike, ragihand. Tev wê jî, fermandarê artêşa Sûdanê El Burhan serdana Başûrê Sûdanê kir, beriya wê jî li Qahîrayê bû. Gelo dibe li Sûdanê çareseriyeke siyasî pêk were ku şer bi dawî bike”

Meclisa navçeya Til Hemîsê 3 şehîdên Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li hola navenda çandî bi bîr tîne saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Firatê û Minbicê cenazeyê fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Berkel li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê oxir dikin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo cenazeyê şervana YPJ`ê Rojna Egîd û şervanên QSD`ê Herekol Qamişlo û Reşîd Îbrahîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa herêma Til Temirê bi koordîneya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, ji bo rûspiyên herêmê û xelkê navçeya Til Temirê bi armanca nîqaşkirina bûyerên li Dêrazorê civînekê li dar dixe saet di 17:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)