Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê piştgirî da QSD'ê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê kiryarên tevliheviyê yên ku komên girêdayî ajandeyên derve li Dêrazorê pêk anîne şermezar kir û piştgirî da QSD'ê.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê piştgirî da QSD'ê
6 îlon, 2023   16:58
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan a rojavayê Dêrazorê di merasîma oxirkirina şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Fewaz El Casim de ku di operasyone "Xurtkirina ewlehiyê" de şehîd bûye, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisê Felek Osman ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Dêrazorê û hemû malbatên şehîdan em bûyerên tevliheviyê yên dawîn li Dêrazorê ku bi destê komên çekdar ên girêdayî ajandeyên derve û hundir wek rejîma Sûriye û dewleta Tirk a dagirker hatin pêkanîn, şermezar dikin. Armanc ji wan bûyeran peydakirina fîtneyê û têkbirina aramiya herêmê û biratiya gelan a li gor fikrê Rêber Abdullah Ocalan e.

Ev kom nûnertiya pêkhate û eşîrên Ereb nakin û armanca wan peydakirina şerekî navxweyî di navbera Kurd û Ereban de ku di encamê de rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker û ajandeyên derve sûdê digirin û pê re Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek Dêrazor û Minbicê dagir bikin, her wiha em bûyerên li dijî goristana şehîdan bi tundî şermezar dikin."

Em piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re dubare dikin û em ê di şerê wê yê li dijî dijminên biratiya gelan de li kêleka wê bisekinin û em bang li eşîrên xwe dikin ku xwîna keç û xortên xwe yên ku li ser vê xakê hatiye rêtin biparêzin."

(mh/şx)

ANHA