Pêkhateyên Girkê Legê piştgirî dan QSD'ê

Şêniyên Girkê Legê bi hemû pêkhateyên xwe bi meşekê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da û destnîşan kir ku ew dê ji bo têkbirina hemû hewldanên fîtneyê li kêleka wê bin.

Pêkhateyên Girkê Legê piştgirî dan QSD'ê
6 îlon, 2023   16:06
QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo li qada şehîd Xebat a navenda navçeya kom bûn.

Meş ji qadê ber bi sûka navendî ve bi rê ket, li wir hevserokê meclisa navçeyê Erûr Ebdurezaq El Salim bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember planên li dijî yekitiya pêkhateyan û jiyana wan a hevbeş bisekinin.

Endama meclisê Nisrîn Mihemed bi navê Kongra Star yekitî û hevgirtina pêkhateyan silav kir û destnîşan kir ku tu alî nikarin hevgirtina gel û projeya wî ya demokratîk têk bibin.

Nisrîn got: "Bi yekitiya xwe em ê komplo û planên li dijî xwe têk bibin û piştgiriya xwe ji operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re bidomînin."

Meş bi siloganên "Bijî berxwedana QSD'ê" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA