Di bombebarana li dijî çiyayên Zawiye de 5 çete hatin kuştin

Di encama êrişên hewayî yên balafirên şer ên Rûsyayê li dijî gundê Fitîra yê çiyayê El Zewiye yê başûrê Idlibê de, 5 çeteyên “Ensar El Tewhîd” hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn.

Di bombebarana li dijî çiyayên Zawiye de 5 çete hatin kuştin
6 îlon, 2023   17:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê (SOHR) da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê, du caran êriş derdora Fitîra û Bare yê çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê kir.

Di encamê de li gor SOHR`ê 5 çeteyên “Ensar El Tewhîd” hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn.

(şx)