Gel dewleta welatîbûyîn û qanûnê dixwaze

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe yên li dijî hikumeta Şamê û banga pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254 didomînin.

Gel dewleta welatîbûyîn û qanûnê dixwaze
6 îlon, 2023   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Siwêdayê ji 18 rojan ve li navenda bajarê Siwêdayê xwepêşandanên xwe yên bi armanca pêkanîna çareseriya siyasî li gor biryara 2254 didomînin.

Şêniyan pankartên "Na ji nijadperestiya di hundir welatekî de, Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr em tev xwedî doz in" û "Gel dewleta welatîbûyîn û qanûnê dixwaze" hildan.

Ji dema ku xwepêşandan di 20'ê Tebaxê de dest pê kirine qadên bajêr ji xwepêşandêran vala nebûne ku jin jî bi awayekî balkêş di xwepêşandanan de daxwazên xwe yên guhertina siyasî tînin ziman.

(mh/şx)