Cenazeyê şehîd Fewaz El Casim hat oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Fewaz El Casim li goristana şehîdan oxir kir û piştgiriya xwe ji QSD'ê re di şerê wê yê li dijî hewldanên peydakirina fîtneyê de nîşan da.

Cenazeyê şehîd Fewaz El Casim hat oxirkirin
6 îlon, 2023   15:19
DÊRAZORÊ

Şêniyên Dêrazorê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li goristana şehîd Xidir El Hemadê ya bajarokê Ebû Xeşeb ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Fewaz El Casim, kom bûn.

Şehîd Fewaz El Casim di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" de ku Hêzên Sûriyeya Demokatîk (QSD) di 27'ê Tebaxa borî de ji bo girtina şaneyên DAIŞ'ê û bazirganên hişbirê dest pê kiribû, şehîd bû.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Sabir El Hisên destnîşan kir ku bi saya fedakariya şehîdan gel berxwedan û têkoşîna xwe didomîne û destkeftiyên bêhtir bi dest dixe û got: "Em deyndarên van fedakaran in."

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan hate veşartin.

(mh/şx)

ANHA