Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin

Beşên cuda yên civaka Helebê diyar kirin ku penaberî siyaseteke wisa ye ku divê kes nekev xefka wê û ji bo vê jî ruhê niştîmanî pêwîst e.

Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
Di panelek diyalogê de penaberî hat nîqaşkirin
6 îlon, 2023   14:50
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên hişyarkirina şêniyan ji metirsiyên penaberiyê de, Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê paneleke diyalogê bi navê "Penaberî.. sedem - encam - rêbazên derbaskirina wê" li navenda xwe ya taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Di civînê de endam û rêveberên saziyên sivîl, partiyên siyasî, nivîskar û rojnamevan beşdar bûn.

Di serî de hevserokê malbendê Ehmed Bîrhat got: "Gelek sedemên penaberiyê di serî de yên siyasî hene, ku di encama zordestiya li ser kes an partî yan jî piraniya beşên civakê de ye, tam wek gelê Kurd, Filistîn û Sûriyeye. Her wiha sedemên aborî jî hene wek kêmbûna hilberînê ku di encamê de xizanî pir dibe."

SIYASETEKE BI RÊKÛPÊK E KU GELAN DIKE ARMANC

Bîrhat balkişand ser siyasetên li dijî xelkê Efrînê tên kirin û got: “Pergalên dagirker, gel û pêkhateyên hevgirtî, dikin hedef. ENKS`ê jî, bang li koçberên kurd ên li Şehba û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dike ku li Efrînê vegerin û dagirkeriya Tirk a li ser bajêr rewa dikin. Bi hestên xelkê me dilîzin, rewşa aborî ya aloz bi kar tînin.”

RÊBAZÊN RAWESTANDINA PENABERIYÊ

Bîrhat wiha lê zêde kir: "Ji bo rawestandina penaberiyê hin gavên erênî pêwîst in. Divê em di jiyana xwe de biavêjin. Di serî de divê em nirxên xwe yên civakî û exlaqî ku mirovan bi welatê wan ve girê didin biparêzin. Her wiha mayîna di hundirê welêt de û parastina wî ji êrişên hundir û derve, ev jî xaleke girîng e û mirov eger rastiya xwe, civaka xwe û hebûna xwe nas nekiribe nikare vê yekê pêk bîne. Ji ber ku nenaskirina van tiştan jiyaneke bê wate encam dide."

HERÎ ZÊDE KURD BI DARÊ ZORÊ HATINE PENABERKIRIN

Beşdaran der barê vê beşa panelê de nêrînên xwe parve kirin ku endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Bedran Hemo got: "Herî zêde Kurd bi darê zorê hatine penaberkirin, ew jî ji ber siyaset û kiryarên dewleta Tirk a faşîst e."

ROLA JINAN DI GIRTINA DERIYÊ PENABERIYÊ DE

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a Kongra Star Fatme Hesen wiha axivî: “Divê ruhê neteweyî ji vê bêhtir bilind be da ku em li pey derewên penaberiyê nekevin, di encamê de jî em nirxên xwe biparêzin, di vê yekê de jî ji ber ku herî zêde jin bi xakê ve girêdayî ne rola sereke ya wê ye."

PARASTINA ÇANDÊ BI RÊYA MAYÎNA LI WELÊT

Nivîskar û rojnamevan Cemîl Reşîd penaberî wek jêbûna ji kokê pênase kir û got: "Dema ku mirov ji welatê xwe penaber bibe ew ji çand, dîrok û koka xwe dibe, ji ber wê jî divê ew bi rêya mayîna li welatê xwe çanda xwe biparêze û heta dawiyê li ber xwe bide."

ENCAMNAME

Di dawiya panelê de encamnameyek hatin diyarkirin ku xalên wê wiha ne:

Pêşxistina hevkariya di navbera rêveberiya giştî û rewşenbîr, sazî û partiyên siyasî û çalakiyên sivîl de ji bo ku rasterast bi gel re bikevin têkiliyê û daxwazên wan bi cidî di ber çavan re derbas bikin.

Vekirina projeyên aboriyê çi yên biçûk çi jî yên mezin.

Li ser asta dîplomatîk hewldan bê kirin ku têkilî bi bazirganên rêyên bazirganiyê deynin da ku berhemên werşeyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye derxin derve, jiyanê li qadên kar vegerînin û kar geş bikin da ku dorpêça hikumeta Şamê bêbandor bikin.   

(mh/şx)

ANHA