′Divê xelkê me nekeve xefka planên dijmin′

Şêx û rûspiyên eşîrên başûrê Reqayê bang li şêxên eşîrên Dêrazorê û xelkê wê kir ku nekecin xefka planên dijmin û ji fitneyê hişyar bin û got ew li kêlek QSD′ê ne.

′Divê xelkê me nekeve xefka planên dijmin′
6 îlon, 2023   09:38
REQA

Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarên başûrê Reqayê, endamên saziyên sivîl û meclisên gel ên başûrê bajêr li pêş Meclisa Giştî ya Bajarokê Retle yê başûrê bajêr kom bûn û daxuyaniyek da. Şêxê eşîra El Sebxe Tirkî El Suan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin li ser navê şêx, rûspî û xelkê xeta başûrê Reqayê li kêleka QSD′ê ku ji bo pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd daye, disekinin, piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û xelkê herêmê.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şêx û rûspiyên herêmê di geşkirina ewlehî, şerê li dijî şaneyên wêranker ên girêdayî rejîma Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ku hewl didin derbe li projeya Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmê bixin de li kêlek QSD′ê ne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê xelkê Dêrazorê bi hemû eşîrên xwe nekevin xefka planên dikevin xizmetî dijminên projeya Rêveberiya Xweser, bi rejîmên hewl didin yekitiya gelê herêmê bişikînin re nesekinin. Her wiha careke din piştgiriya xwe ji Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re nîşan didin.

(fr)

ANHA