Tevgerên jinan: Hewldanên fîtneyê dê li hember piştgiriya gel a ji bo QSD'ê têk biçin

Tevgerên jinan û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bang li şênî û eşîrên Dêrazorê kir ku piştgiriyê bidin QSD'ê ji ber tenê ew nûnera gelên herêmê ye û destnîşan kir ku hewldanên fîtneyê dê li hember piştgiriya gel a ji bo QSD'ê têk biçin.

Tevgerên jinan: Hewldanên fîtneyê dê li hember piştgiriya gel a ji bo QSD'ê têk biçin
5 îlon, 2023   16:51
TEBQA

Tevgerên jinan û nûnerên Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi daxuyaniyekê piştgiriya operasyona "Xurtkirina ewlehiyê" ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li dijî şaneyên DAIŞ'ê û bazirganên madeyên hişbirê kir.

Daxuyanî ji aliyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Xûd El Îsa ve li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: "Enqere û Şamê ji bo têkbirina projeya me ji hundir ve bi rêya şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê gelek rêbaz bi kar anîn. Niha jî hewldanên peydakirina fîtneyekê li herêmê hene ku armanc jê dûrxistina pêkhateyên gelê Sûriyeyê ji hev e.

QSD'ê bi armanca parastina herêmê û gelê wê operasyona 'Xurtkirina ewlehiyê' dest pê kir û ev komplo bi saya hêzên me û piştgiriya gelê me hatin têkbirin.

Em bang li pêkhate û eşîrên Dêrazorê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku piştgiriyê bidin QSD'ê ji ber ku tenê nûnera gelên herêmê ye nexasim ku bi saya fedakariya wê gelê herêmê hat rizgarkirin, her wiha guh nedin fîtne û hewldanên têkbirina aramiya herêmê.

Hewldanên dawîn ên hikumeta Şamê yên peydakirina fîtneyê li Dêrazorê bi armanca ku xwepêşandanên Siwêdayê yên ji nêzî 16 rojan ve berdewam in, ji raya giştî veşêre.

Em ê bi yekzêriyekê li kêleka hêzên xwe bin û herêmên xwe biparêzin û wekhevî, jiyana hevbeş û projeya xwe ya demokratîk bi rêya diyaloga sûriyeyî - sûriyeyî pêk bînin."

(mh/şx)

ANHA