Xwepêşandêrên Siwêdayê: Na ji mezhebperestiyê re

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê di hefteya sêyemîn de dewam dikin. Xwepêşandêran mezhebperestî şermezar kir û gotin, pêkhateyên Sûriyeyê xwediyên dozê ne.

Xwepêşandêrên Siwêdayê: Na ji mezhebperestiyê re
5 îlon, 2023   13:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwepêşandanên li Siwêdayê yên bi banga çareseriya siyasî ya li gorî biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyîn, çûyîna Esed û serbestberana girtiyên siyasî di hefteya xwe ya sêyemîn de dewam dikin.  Jin û ciwan bi xurtî tev li xwepêşandan dibin.

Bi sedan şêniyên Siwêdayê ji saetên sibehê ve li navenda bajarê Siwêdayê  kom bûn û xwepêşandan li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên "Na ji mezhebperestiyê  di navbera welatekî de; Kurd, Suryan, EReb û Asur de re, hemû xwedî doz in" , "Bi rûmeta mirovan welat tên parastin" û  "Em kesên ku welatê me wêran kiriye nabexşînin" hatin vekirin.

 (fr)