′Gelê herêmê li hember fitneyan hişyar e′

Rêxistinên civaka sivîl ên rojavayê Dêrazorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku gelên herêmê xwedî hêza mezin û zanabûnê ne ku li hember planên bi hewldana fitne û tevliheviya ewlehî û îstiqrara herêmê bisekinin û bang li tevan kir ku aqil bi kar bînin ne hestiyariyê.

′Gelê herêmê li hember fitneyan hişyar e′
5 îlon, 2023   13:41
DÊRAZOR

Endamên rêxistinên civaka sivîl ên rojavayê Dêrazorê li herêma Sebe Kîlo kom bûn û bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ re anîn ziman.

Hevseroka rêxistinên civaka sivîl Sece El Hiwêdî daxuyanî xwend.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de got civak xwedî hêza mezin, hişyar û xwedî biryara dawî ya parastina hebûna xwe ye. Her wiha di daxuyaniyê de bang li xelkê û Rêveberiya Xweser hate kirin xwe ragirin, bibin yek û li hember destwerdana derve li herêmê bisekinin.

Di daxuyaniyê de hate gotin tiştê li Dêrazorê rû dide fitneyeke ji hêla rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker ve plankirî ye. Armanc jê têkbirina ewlehî û îstiqara herêmê ye. Ji wê zêdetir jî şaneyên DAIŞ′ê hewl didin rewşê gur bikin, talanî û wêraniyê pêk bînin.

Her wiha bi hemû rê û rêbazan û bi rêya medyayên dîjîtal di nava hewldanên rejîma Sûriyeyê ya kujer û dewleta Tirk a dagirker de hewl didin fitneyeke Ereb-Kurdî derxin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li xelkê eşîrên Sûriyeyê, rêveberên civakê û rewşenbîran hate kirin ku aqil serwer be û hewl bidin piştgiriyê bidin îstiqrara herêmê ya li ser bingeha civakeke siyasî-exlaqî û jiyana hevbeş di navbera Ereb, Kurd, Tirkmen, Suryan û Asur de.

(fr)

ANHA