​​​​​​​Şêniyên Şedadê banga hevgirtinê kir

Şêniyên Şedadê li dijî hewldanên derxistina tevliheviyê banga hevgirtin û xebateke hevpar li gelên herêmê kir.

​​​​​​​Şêniyên Şedadê banga hevgirtinê kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê banga hevgirtinê kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê banga hevgirtinê kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê banga hevgirtinê kir
​​​​​​​Şêniyên Şedadê banga hevgirtinê kir
5 îlon, 2023   12:51
HESEKÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê li dar xist. Endamên partiyê, nûnerên eşîrên Ereb, kesayetên siyasî û endamên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn,

Rêveberê rêxistina PYD′ê ya Şedadê Fadil El Ehmed rewşa Dêrazorê nirxand û got: "Hêzên derve hewl didin fitene û tevliheviyê di navbera QSD û eşîrên Dêrazorê de derxinda ku îstiqrara herêmê û yekitiya Ereb û Kurdan lawaz bikin. Li hemberî van hewldanan divê xebateke hevpar werin kirin û diyalogên navxweyî pêk werin da ku aştî û ewlehiya herêmê werin parastin.′′

Beşdaran têkildarî çawaniya bersivandina êrişên li ser herêmê nêrînên xwe anîn ziman.

Beşdaran diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayînde ji rewşa li Dêrazorê diyalog di navbera tevahî saziyên ewlehî û leşkerî, civakî û eşîran de pêwîst e. Her wiha gotin divê piştgiriya hêzên ewlehî û leşkerî yên rewa were kirin da ku ewlehiya herêmê were xurtkirin.

Beşdaran banga hevgirtinê li tevahî aliyan kirin û got: "Li hemberî asteng û xetereyên li Dêrazorê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin û xebateke hevpar pêwîst e."

(bb)

ANHA