Li Şamê ji ber teqîna topa gazê 9 kes birîndar bûn

Li Şamê di xwaringehekê de topeke gaziyê teqiya. Di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Li Şamê ji ber teqîna topa gazê 9 kes birîndar bûn
5 îlon, 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Mezê Vêlat a li Şamê di xwaringehekê de topeke gazê teqiya. Di encamê de 9 kes birîndar bûn.

Meydayên ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku ziyaneke mezin li cihê teqînê çêbûne.

Rêveberê Nexweşxaneya Muwasat Dr. Îsam El Emîn ji rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve got, ′′ 6 birîndarên teqîna topa gazê ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. 4 ji wan şewat bi wan re çêbûne û tedbîrên destwerdana lezgîn hatin kirin. Lê tu kes wefat nekir.′′

(fr)