​​​​​​​QSD: Dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav dike

QSD`ê got, ′′Îdiayên ku dibêjin 25 û 29’ê Tebaxê û 4’ê Îlonê hêzên me li Efrîn û derdora wê di dema hewl dane êrişên li ser xalên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 13 hevalên me şehîd bûne, bê bingeh in.′′

​​​​​​​QSD: Dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew belav dike
5 îlon, 2023   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi belavkirina nûçeyên derew armanc dike zemîna êrişa li ser herêmê were amade kirin û plana dagirkeriyê bikeve meriyetê.

QSD′ê got: ′′Hêviya me ji raya giştî re agahiyên derew yên dewleta Tirk a dagirker pê bawer nebin û ji bo tendûristiya şexsî û civakê guh nedin van agahiyan."

Daxuyanî wiha ye:

′′Plana dewleta Tirk a dagirker a ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, van rojan roj bi roj zêdetir eşkere dibe û bi hemû rêbazên qirêj ev plan xistiye meriyetê. Hewl da bi agahiyên dezenformasyonê bandorê li raya giştî bike da ku “Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku me li Dêrezorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbiriyê li dar xistibû pûç bike, lê bi ser neket. Di vê operasyonê de dîsa hate dîtin ku dewleta Tirk tevî hêzên din li pişt çete û bazirganên tiryakiyan e. Operasyona hêzên me bi awayekî serkeftî dewam dike, dema ku dewleta Tirk negihaşt armanca xwe, li Minbicê û herêmên din êrişî sivîlan kir û her roj herêmê bomberdûman dike ku gel neçarî koçberiyê bike. Dewleta Tirk a ku hêvî kir ji van êrişan sûd werbigre lê pêk nehat, vê carê jî bi rêya Wezareta Berevaniyê agahiyên derew belav dike. Tenê armanca van agahiyên derew ew e ku zemîna êrişa li ser herêmê were amadekirin û plana dagirkeriyê bikeve meriyetê. Herî dawî jî li gorî agahiyên ku Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker li ser esasê şerê taybet ku tu rastiya wê nîne belav kiriye de;

Îdiayên ku dibêjin 25 û 29’ê Tebaxê û 4’ê Îlonê hêzên me li Efrîn û derdora wê di dema hewl dane êrişên li ser xalên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 13 hevalên me şehîd bûne, bê bingeh in. Weke ku me di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû, hêzên me ne li Efrînê û derdora wê bi cih bûne û ne jî li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li vê herêmê ti çalakî li dar xistine.

Hêviya me ji raya giştî re agahiyên derew yên dewleta Tirk a dagirker pê bawer nebin û ji bo tendûristiya şexsî û civakê guh nedin van agahiyan."

(bb)