Eşîrên Reqayê: Divê  eşîrên Dêrazorê pêşî li tevliheviyê bigirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê serkeftin ji QSD′ê re xwest û bang li eşîrên Dêrazorê kir ku pêşî li hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê bigirin.

Eşîrên Reqayê: Divê  eşîrên Dêrazorê pêşî li tevliheviyê bigirin
5 îlon, 2023   12:00
REQA

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqa li ber avahiya Meclisa Bajarok Hezîra ya li bakurê bajêr kom bûn û daxuyand da. Rûspiyê eşîra Tay, Şêx Elî El Tayî daxuyanî xwend .

Di daxuyaniyê de bang li eşîrên Dêrazorê hat kirin ku pêşî li hewldanên  xirabkirina ewlehî û îstîqrara herêma Rêveberiya Xweser bigirin û  piştgiriyê bidin QSD′ê.

Eşîrên Reqayê gotin: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Kurd, Ereb, Suryan û Çeçen di xendekê de ne.′′

Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku armanca QSD′ê şerê li dijî hişbir, DAIŞ, fesad û planên derve yên bi armanca têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Her wiha hate gotin: "Piştî ku Rêveberiya Xweser teror têk bir, hinek aliyên derve hewl didin ewlahiya herêmê têk bibin."

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermzarkirin û bang li QSD′ê hate kirin ku erkên xwe yên parastina deskteftiyên şehîdan pêk bînin, şêniyan biparêzin û şerê talankeran bikin.

Eşîrên Reqayê di dawiyê de serketin ji QSD′ê re xwest.

(fr)

ANHA