Dewleta Tirk a dagirker bombe li Amêdiyê û çiyayê Metînayê barand

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dgirker herêmên Sorê û Sigêrê ên ser bi bajarokê Amêdiyê ve û çiyayê Metînayê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bombe li Amêdiyê û çiyayê Metînayê barand
5 îlon, 2023   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker beriya demek kurt herêmên Sorê û Sigêrê ên dikevin rojhilatê bajarokê Amêdiyê yê ser bi Dihokê ve bi dijwarî bombebaran kirine.

Rojnews′ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ragihand ku balafirên şer di saet 06:00’ê siharê de jî rêzeçiyayên Metînayê bombebaran kirine. Tê gotin ziyanek mezin bi jîngeh û daristana herêmê ketiye.