Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din kirin

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din kirin
5 îlon, 2023   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin hevdîtinê pê re bikin hefteyê 2 caran serlêdanê dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.