Çeteyên El Beşîr û Dîfa El Wetenî mizgeft û goristana şehîdan wêran kirin

Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî Goristana Şehîdên Firatê ya li  bajarokê Hecînê û mizgefta Şiêtat talan û wêran kirin.

Çeteyên El Beşîr û Dîfa El Wetenî mizgeft û goristana şehîdan wêran kirin
5 îlon, 2023   07:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Newaf El Beşîr û Dîfa El Wetenî hewl didin ewlehî û îstîqrara herêmê, bi taybetî ya Dêrazorê xirab bikin . Kiryarên çeteyên El Beşîr û yên Dîfa El Wetenî ji kiryarên çeteyên DAIŞ û yên rejîma Enqereyê ji hev cuda nin in.

Goristana Şehîdên Firatê ya li Hecînê di 2020′an de hate avakirin. Di goristanê de cenazeyên 16 şervanên  QSD′ê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hene.

Di dîmenekî de ku ajansa me bi dest xistiye, diyar dibe çawa çeteyên Newaf El Beşîr û çeteyên Dîfa El Wetenî û sûdarên din li Goristana Şehîdên Firatê gorên şehîdan xirab dikin û sûra goristanê talan dikin. Ji vê zêdetir jî  Mizgefta Şiêtat a li beramberî goristanê wêran û talan dikin.

Sûcên çeteyên Newaf El Beşîr û yên Dîfa El Weten ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî nirx û baweriyên gelê Sûriyeyê ne cuda ne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrînê Efrîn dagir kir, sûcên şer û binpêkirinên dermirovî wekî ji revandin, qetilkirin, talankirin, wêrankirin û destdirêjiyê li dijî şêniyan pêk anîn.  Di nîvê sala 2021′ê de jî dagirekran gorên Şehîdên Berxwedana Serdemê kolandin, cenazeyên şehîdan derxistin û ber bi cihekî nediyar ve birin  û weke goreke komî nîşan da.

(fr)

ANHA