​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-9-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-9-2023
4 îlon 2023   23:00

Welatiyên ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kirin ku ramanên rizgariyê yên Rêber Abdullah Ocalan ne li gor siyasetên pergalên serdest in ku li ser kuştin, wêraniyê û înkarkirina gelan ava bûne. Ji ber wê banga meşandina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hecî got: “Dewleta Tirk a dagirker her tim xayînan bi kar tîne ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Yên bûn sedema binkeftina komara Mahabadê, îro hewl didin şoreşa azadiyê ya gerîla têk bibin. Ji ber wê divê gelê me piştgiriya gerîla bike û li hember xayînan serî hilde.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên êlên Reqayê destnîşan kirin ku QSD`ê, dê bi ser kevin û dê ewlehiyê li Dêrazorê vegerînin, dê kesên destê wan di fitneyê de hene, têk bibin. Rûspiyan bang li rûspî û xelkê Dêrazorê kir ku dû nedin fitneyê û aqilane tev bigerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamên saziyên sivîl û rûspiyên êlên Reqayê destnîşan kirin ku armanca hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker a rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ku tola DAIŞ`ê hilîne. Her wiha diyar kirin ku dê li hember êrişên li ser herêmê bibin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Tebaxa borî de jê 6 jin, 62 welatî revandin û 4 avahiyên mêtingeriyê bi hevkariya rêxistinên îxwanî ava kirin. (BI WÊNE)

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê merasîma derçûna mamosteyan li avahiya komîteyê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên bakurê Reqayê ji bo piştgiriya operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li avahiya Meclisa Giştî ya bajarokê Hezîme yê bakur Reqayê daxuyaniyekê dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD`ê Ehmed Mihemed El Xidir û Basil Ayid El Hesen li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiye yê Hesekê oxir dikin saet di 17:30`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)