`Yên bûn sedema binkeftina komara Mahabadê îro hewl didin şoreşa azadiyê têk bibin`

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hecî got: “Dewleta Tirk a dagirker her tim xayînan bi kar tîne ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Yên bûn sedema binkeftina komara Mahabadê, îro hewl didin şoreşa azadiyê ya gerîla têk bibin. Ji ber wê divê gelê me piştgiriya gerîla bike û li hember xayînan serî hilde.”

`Yên bûn sedema binkeftina komara Mahabadê îro hewl didin şoreşa azadiyê têk bibin`
5 îlon 2023   03:43
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku hewl da çiyayên Kurdistanê dagir bike û ev hewldanên wê gelek caran bi bin ketin, îro hewl dide ku armancên xwe bi rêya xiyanetê pêk bîne. Tişta dixwaze bike di çekdarên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) de dît ku li hember topbarankirina malên welatiyan li Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û êrişên wê li dijî gerîla bêdeng in.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Adil Hecî îşaret bi xiyaneta PDK`ê kir û got: “Vê dawiyê, piştî ku Erdogan di hilbijartinên serokatiyê de bi ser ket, ev rejîm niyeta xwe ya rastîn aşkera kir. Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dirêj kir, êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin, ji bo ku vîna gelê herêmê bişikîne yê ku çarenûsa xwe û berxwedana xwe bi gerîla ve girêda ye.”

Hecî wiha domand: “Şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di du salên dawîn de gihaşt lûtkeyê. Berxwedana gerîla, ji cîhan re îsbat dike ku ew mafdar in û dê bi ser kevin. Lê yê pişte me dişikîne, xiyaneta PDK`ê ye ku êdî di destê Tirkan de li hember kurdan bûye çek û planên wê pêk tîne.”

Her wiha Hecî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bîne xayînan bi kar tîne û ev li gotinên xwe zêde kir: “Yên bûn sedema binkeftina komara Mahabadê, îro di destê dewleta Tirk a dagirker de li hember serhildana gelê herêmê bûne, çek. Hewl didin şoreşa azadiyê ya gerîla li çiyayên Kurdistanê bin bixin. Ji ber ku di vê şoreşê de, tunebûna xwe dibînin, ji ber wê piştgiriya dewleteke dagirker dikin.”

Adil Hecî bêdengiya navneteweyî li hember bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li dijî gerîla şermezar kir û got: “Dewleta Tirk çekên herî pêşketî li dijî gerîla bi kar tîne. Li ber çavên rêxistinên qedexeya çekên kîmyawî, wan çekan li dijî gerîla bi kar tîne. Em ji vir fêm dikin ku komployeke cîhanî li dijî gelê herêmê heye. Ger bixwazin komployên wan bi ser kevin, divê di şerê li dijî gerîla de jî bi ser kevin.”

Li gor bîlançoyekê ku ajansa me demeke berê parvekiribû, dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê zêdetirî 3 hezar û 730 êrişên bi çekên kîmyawî, 4 hezar û 233 êrişên hewayî bi balafirên şer, 5 hezar û 628 êrişên hewayî bi helîkopteran di sala borî de pêk anîne. Dewleta Tirk a dagirker, 17, 18, 19 û 20`ê Tîrmehê, 519 caran bi topavêj, tank û çekên giran qadên berxwedanê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê topbaran kirine.

Di dawiyê de Hecî bang li gelê herêmê kir ku bibin yek û berxwedanê ji xwe re bikin çek, piştgiriya gerîla bikin. Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember yên kurdiyatiyê îdia dikin û di rastiyê de di destê dewleta Tirk a dagirker de li hember gelê Kurd bûne çek, serî hildin.

(şx)

ANHA