Xwepêşandanên li Siwêda berdewam in

Xwepêşandanên Siwêdayê ji bo guhertina siyasî li gor biryara Ny`yê û çûyîna Esed didomin. Her wiha xwepêşandêran bang li gelê Sûriyeyê kir ku êdî penaber nebe ji ber ku tenê gelê Sûriyeyê, pêşeroja wê diyar dike.

Xwepêşandanên li Siwêda berdewam in
4 îlon, 2023   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku şêniyên Siwêdayê ev 16 roj in li qada “Kerameyê” ne.

Xwepêşandêr daxwazên xwe dubare kirin ku çareseriyeke siyasî li gor biryara 2254 û çûyîna Esed pêk were, her wiha banga azadkirina girtiyan û başkirina rewşa jiyanî kirin.

Malpera Siwêda 24 dîmenek belav kir. Di wê dîmenê de xuya dibe ku xwepêşandêrên li qada Kerame peykerê Hafiz Esed hilweşand. Her wiha di dîmenên din de xuya dibe ku wêneya Hafiz Esed ji avahiyeke hikumetê ya ku berî bi dehan salan hatiye avakirin tê jêkirin.

Li bajarê Şehba yê bakurê Siwêdayê jî xwepêşandanek derket û li qada Keramê ya Siwêdayê tev li xwepêşandêrên din bû.

Xwepêşandêran pankartên "Tenê gelê Sûriyeyê pêşeroja wê diyar dike", "2254 rêya tekane ya pêkanîna armancên gelê Sûriyeyê, aştî û aramiyê ye" û “Li qada rûmetê, ne li daristanên Ewropayê li hev kom dibin” hildan.

(mh/şx)