Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir

Şêniyên ku di merasîma oxirkirina şervanê hêzên komandos ên QSD'ê şehîd Dilxwaz beşdar bûn, teqezî bi rola QSD'ê di pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de kir.

Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
Şêniyên Şedadê cenazeyê şehîd Dilxwaz oxir kir
4 îlon, 2023   13:49
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Ehmed Şeilan El Herwe (Dilxwaz) li goristana şehîdan a navçeyê oxir kir.

Şehîd Dilxwaz di 29'ê Tebaxa borî de li Bisêrayê di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" de şehîd bû. QSD'ê ew operasyon ji bo girtina şaneyên DAIŞ'ê û bazirganên narkotîkê di 27'ê Tebaxa borî de li Dêrazorê dest pê kiriye.

Di merasîma oxirkirinê de şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û şervanên QSD'ê beşdar bûn.

Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ebdulmecîd Etiyê axivî û rola QSD'ê di pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê de silav kir û got: "Şehîdê leheng ji bo ku em û nifşê bê jiyaneke ewle bijîn xwe feda kir. Em soza şopandina rêya şehîdan didin da ku li dawiyê em armancên wan pêk bînin."

Piştre, bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê fermandar Ewde El Hisên der barê lehengiya şehîd Dilxwaz de wiha axivî: "Şehîd Dilxwaz dema ku wî ev xak diparast şehîd bû, divê em jî rêya wî û tevahî şehîdan bişopînin, serkeftinên xwe û rûmeta gelê xwe biparêzin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û ji bo malbata wî hat radestkirin û cenazeyê wî di tilîliyên dayikan û siloganên "Şehîd namirin" de li goristanê hate veşartin.

(mh/şx)

ANHA