Rêveberiya Dêrazorê: Em ê dijî hewldanên xirabkirina mûzaîka civakî şer bikin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê piştigriya xwe bi QSD′ê re anî ziman û got: "Em ê li dijî çi kesên ku hewl didin mûzîka civakî ya herêmê xirab bikin, şer bikin."

Rêveberiya Dêrazorê: Em ê dijî hewldanên xirabkirina mûzaîka civakî şer bikin
4 îlon, 2023   12:58
DÊRAZOR

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê têkildarî rewşa li Dêrazorê daxuyanî da. Daxuyanî li ber avahiya meclisê ya li herêma Seba Kîlo ji aliyê hevserokê meclisê Mihemed El Receb ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Rêveberiya Sivîl girîngiyeke mezin da bajarê Dêrazorê. Rêveberiya Xweser ji bo pêşxisitna rewşa civakî û rêveberî ya li herêmê kedeke bêhempa da. Li beramberî vê kedê jî hêzên dijber niha hewl didin ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibin. Bûyerên ku niha rû didin berdewama van hewldanan e. Aliyên dijber xwestin sûdê ji operasyona QSD′ê ya pêkanîna ewlehî û îstiqrarê û serdegirtina şaneyên terorî û bazirganên hişbirê, bigirin. Li ser vê yekê saziyên rejîmê û alîgirên wê deriyên xwe yên nerewa kirin kerîdorên veguhestina çek û çekdaran. Van koman di bin dirûşmên etnîkî û îdiayên ku şerê heyî yê Kurd û Ereban de, dixebigtin da tevliheviyê biafirînin û milkên giştî xirab bikin.

Em piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên leşkerî re diyar dikin. Em ê li dijî hewldanên xirabkirina mûzaîka civakî ya ku bi xwîna pêkhateyên herêmê ava bûye, tê bikoşin. Em bang li eşîrên xwe didin ku wekî berê bighêjin asta berpirsyariyê û ji bo yekitiya nîştimanî bibin mertalên xurt. Em dibêjin Koalîsyona Navneteweyî berpirsê van rûdanan e. Em bang li koalîsyonê dikin ku di mîsyona wê ya têkoşîna dijî terorê de piştgiriyeke rasteqîn bide hêzên me da ku ewlehî li herêmê mîsoger bibe."

(bb)

ANHA