Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest

Şêniyên Hesekê sersaxî ji malbata şervanê QSD′ê Uweys Îbrahîm (Muhîb) re xwest, ku di operaysona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bû.

Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
Şêniyên  Hesekê sersaxî ji malbata şehîd Muhîb re xwest
4 îlon, 2023   12:43
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şervanê QSD′ê Uweys Îbrahîm (Muhîb) yê 31′ê Tebaxê  li bajarokê Zîbanê yê Dêrazorê di operaysona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bû.

Konê sersaxiyê li taxa Zihûr a bajarê Hesekê hat vedan û di bin konê de merasîmek pêk hat.

Piştî rêzgirtinê, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hirês axivî û di kesayeta şehîd Uweys de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn. Ehmed El Hirês diyar kir ku şehadeta Uweys ji bo tevahî pêkhateyên herêmê cihê serferaziyê ye.

El Hirês bal kişand ser bûyerên li Dêrazorê rû didin û wiha got: "Ya li Dêrazorê rû dide komployeke li ser herêmê ye û armanc jê şikandina îradeya gelê me ye. Li vir em soz didin şehîdên xwe ku em xeta we temam bikin û destkeftiyên we biparêzin.′′

Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Hesekê Zîban Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd Uweys û şervanên QSD′ê re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Îbrahîm domand: "Bûyerên ku li herêmê diqewimin komployeke ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û hêzên dijber ve hatiye sazkirin. Bi vê  komployê dixwazin fitneyê di navbera gelên herêmê de derxin. Lê wê nikaribin, ji ber ku gelê me ji destpêka şoreşê ve yek e û dê planên li ser herêmê pûç bike."

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA