Meclisa Civaka Ermenî: Kilîta aştiyê di destê QSD′ê ye

Meclisa Civaka Ermenî, li dijî hewldanên derxistina fitneyan banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kir û got, kilîta aştiyê di destê QSD′ê de ye.

Meclisa Civaka Ermenî: Kilîta aştiyê di destê QSD′ê ye
4 îlon, 2023   12:19
HESEKÊ

Endamên Meclisa Civaka Ermenî li ber navenda xwe ya li taxa Kibaba ya bajarê Hesekê kom bûn û daxuyanî da. Hevserokê meclisê Îmad Teteryan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyên de ′′hewldanên aliyên derve û kesên xwefiroş ku dixwazin fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin û şerê QSD′ê wekî şerê li hemberî eşîran nîşan bidin′′ hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser van xalan, ′′QSD′ê ne hêzeke Kurdan e wekî ku hinek alî îdia dikin. QSD′ê ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Asur, Tirkmen, Çerkes, Xiristiyan, Misliman û Êzidiyan pêk tê. QSD′ê parastina tevahî pêkhate û olan dike  û herêm û zilm, destpotî û terora DAIŞ û hevkarên wê rizgar kirin.  Nîvê hejmara şervanên di nava QSD′ê de ji biraniyên me yên Ereb ên ji tevahî eşîran e.′′

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Ermen, Ereb, Kurd, Suryan, Asur, Tirkmen û Çerkes bi tevahî ol û baweriyên xwe, qebûl nakin tu kes destdirêjiyê li pêkhateyan bike. Em qebûl nakin ku kes cudahiyê bixwe navbera olan. Xweda me xuliqandiya da ku em bi hev re bijîn û bi hev re di parastina Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê yê azad de şehîd bibim û nişfên me yên bi bê bi serbilindî, rûmet, hezkirin û aştî bijî. Em destekê didin QSD û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Em bi hev re dibêjim na ji fitneyan re."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, ′′Kilîta aştiyê li Sûriyeyê di destê QSD′ê de ye, QSD′ê hêviya gelan e. Na ji fitneyan re, bijî biratiya gelan, bijî neteweya demokratîk, ji QSD′ê re serkeftin."

(bb)

ANHA