Al El Beyt: Divê eşîrên Dêrazorê guh nedin kanalên Tirkiye û hevkarên wê

Hevgirtina Al El Beyt a Tebqayê bi daxuyaniyekê kiryarên dermirovî yên Dêrazorê şermezar kirin û piştgirî da QSD'ê û daxwazên eşîran ên pêkanîna ewlehiya herêmê.

Al El Beyt: Divê eşîrên Dêrazorê guh nedin kanalên Tirkiye û hevkarên wê
4 îlon, 2023   14:56
TEBQA

Endamên Hevgirtina Al El Beyt, saziyên sivîl, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û partiyên siyasî li Goristana Şehîdan a Tebqayê kom bûn û li wir daxuyaniyek hate dayîn. Serokê Hevgirtina Al El Beyt Ednan Ilêwî daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Em ji nêz ve rewşa Dêrazorê nexasim piştî daxwaza eşîran û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên parastina rûmeta eşîran û rûspiyên wan, dişopînin.

Piştî ku QSD'ê xwedî li daxwazên eşîran derket hin aliyên derveyî eşîran derketin pêş û xwestin ewlehiya herêmê têk bibin û fîtneyê çêkin.

Em piştgiriya xwe ji operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" ya QSD'ê û daxwazên eşîran re nîşan didin ku banga pêkanîna parastina ewlehiya herêmê dikin.

Divê hemû eşîr xwe ragirin û guh nedin kanalên Tirkiyeyê û amûrên wê, çi yên derve çi jî yên hundir, divê em rê nedin tu kesî ku destwerdanê di aramiya herêmê de bike. Divê em destkeftiyên ku bi xwîna keç û xortên me hatine bidestxistin, biparêzin.

Ereb, Kurd, Suryan, Aşûr û hemû pêkhateyên din ji berê de di yek xendeqî de şer dikin û ew ê vê yekitiyê li dijî dijmin bidomînin û aramiya herêmê biparêzin."

 (mh/şx)

ANHA