Çeteyan êrîşî gundên Til Temir kirin 25 windahî dan

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên duh êrîşî 3 gundên Til Temirê kiribûn, derbeyên mezin xwarin û reviyan. Li gorî agahiyan cenazeyên 25 çeteyan birine nexweşxaneya li Serêkaniyê ya dagirkirî.

Çeteyan êrîşî gundên Til Temir kirin 25 windahî dan
4 îlon, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh (3 îlon 2023) di saetên serê sibehê de ji herêmên dagirkirî yên Serêkaniyê bi bejahî êrîşî gundên Tawila, Til Tewil û Xemsîn ên girêdayî Til Temir kiribûn.

Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiv da û pevçûnên dijwar derketibûn. Di encama pevçûnan de êrîşa çeteyan hat tekbirin û gelek ji wan hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji nava Serêkaniyê hatine girtin, 25 cenazeyên çeteyan birine nexweşxaneya bajar.