Li Minbicê erebeyeke dagirkeran hat îmhakirin û hejmarek çete hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker îmha kir û hejmarek çeteyên ku êrişê gundên Minbicê kirin, hatin kuştin.

Li Minbicê erebeyeke dagirkeran hat îmhakirin û hejmarek çete hatin kuştin
4 îlon, 2023   09:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin:

′′Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê êriş li dijî hinek gundên Minbicê pêk anîn. Çeteyan gundê Xalidiyê yê rojavayê bajarê Minbicê kir hedef. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dan û hinek çete hatin kuştin.

Çeteyan hewl dan êrişî gundê Ereb Hesen ê rojavayê Minbicê bikin, şervanên bersiva wan da. Di encamê de erebeyek hat îmhakirin û 4 çete hatin kuştin.

Li xeta çemê Sacûrê yê bakurê bajarê Minbicê jî şervanên me hewldana çeteyan a pêkanîna êrişan li dijî nuqteyên hêzên me têk birin û çeteyan nikarîn êrişê temam bikin. Di encama bersivdayînê de hejmarek çete hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûn."

(bb)

ANHA