​​​​​​​Mîhrîcana Zarokan di roja xwe ya 3'yemîn de bi dawî bû

Mîhrîcana 8`emîn a Zarokan bi dawî bû ku li Rimêlanê beriya sê rojan dest pê kiribû. Di roja dawîn de gelek komên pêkhateyên kantona Qamişloyê, berhemên xwe pêşandan.

​​​​​​​Mîhrîcana Zarokan di roja xwe ya 3'yemîn de bi dawî bû
3 îlon, 2023   17:04
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Zarok keziyên hûnandî yên azadiyê ne" roja îna borî Mîhrîcana 8'emîn a Zarokan li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo dest pê kir. Di mîhrîcanê de zêdetirî 30 komên stran, mûzîk, govend û şano beşdar bûn.

Di roja dawîn de Koma Muzîkê ya Suryan stran, Koma Lorîn Ereb a Til Koçerê, Koma Şanoyê ya Beraêm El Musteqbel û Koma Girbawî ya Zarokan berhemên xwe pêşandan.

Piştre, Koma Şanoyê ya Tiyatra Sarya Baran a Zarokan bi lîstikek bi navnîşan “Daweta Nok û Nîskan”, Koma Muzîkê ya Pargîn, Koma Govendê ya Dêrikê û Koma Şanoyê ya Girbawî ya Zarokan bi lîstikeka bi navê “Şengê û Pengê” tev li mîhrîcanê bûn.

Di dawiya mîhrîcanê de Koma Muzîkê ya Viyan Soran a Maşûq, Koma Muzîkê ya Avaşîn a Dêrik, Koma Muzîkê ya şehîd Dilgeş a Tirbespiyê û Koma Muzîkê ya Berfa Çiya ya Rimêlanê muzîk û stran pêşandan.

(mh/şx)

ANHA