Li gundewarê Idlibê şer di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li gundewarê Idlibê şer derket.

Li gundewarê Idlibê şer di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de
3 îlon, 2023   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tehrîr El Şamê de li eniya Milace ya başûrê Idlibê şer derket. Hemwextî wê, balafirên şer ên Rûsyayê bajarokê Fitîra yê başûrê Idlibê bombebaran kir.

Di topbarana hikumeta Şamê li dijî bajarokê El Ebzimo yê rojavayê Helebê de kesek hat kuştin. Her wiha li eniya Kefer Tial ê rojavayê Helebê leşkerekî hikumeta Şamê bi guleya çeteyên Tehrîr El Şamê hate kuştin.

Li “herêmên bêçek” jî, suîqest, hewldanên derbasbûnê û hedefgirtinê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, pêk hatin. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Ji destpêka salê ve, hejmara kesên di topbarana li dijî herêmên bêçek de hatine kuştin derket 402`yan.

(şx)