Pedersen 9`ê Îlonê li Şamê ye

Nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NY`yê Geir Pedersen 9`ê Îlonê li Şamê ye û dê bi balyozên Rûsya û Îranê re bicive.

Pedersen 9`ê Îlonê li Şamê ye
3 îlon, 2023   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Watan a hikumeta Şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên şopdar, ragihand ku nûnerê taybet ê Sûriyeyê yê NY`yê Geir Pedersen hefteya bê dê li Şamê be û dê 2 rojan lê bimîne.

Rojnameyê diyar kir ku Pedersen dê 9`ê Îlonê li Şamê be û bi wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel El MIqdad re bicive.

Çavkaniyan aşkera kir ku Pedersen dê derfeta diyarkirina dema lidarxistina gera 9`an a komîteyê nîqaş bike.

Heman çavkaniyan, diyar kirin ku Pedersen di serdana xwe ya Şamê de dê bi balyozê Rûsya Alexander Yefimov û balyozê Îranê yê li Sûriyayê Hussein Akbari re bicive.

(şx)