Li Xertûmê êrişeke hewayî: 20 kes hatin kuştin

Li gorî çavkaniyên herêmî, li paytexta Sûdan Xertûmê êrişeke hewayî pêk hat, di encamê de 20 kes hatin kuştin ku di nav de 2 zarok hene.

Li Xertûmê êrişeke hewayî: 20 kes hatin kuştin
3 îlon, 2023   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî welatiyên herêmê û komîteyên berxwedanê, di êrişeke hewayî ya artêşa Sûdanê li dijî Hêzên Piştevaniya Lezgînê de li başûrê Xertûmê herî kêm 20 kes hatin kuştin ku di nav de 2 zarok hene.

Komîteyên berxwedanê anîn ziman ku bîlançoya êrişên hewayî li dijî taxa Kelakile derketiye 20 kuştiyan.

Berê jî komîteyên berxwedanê yên li taxê gotibûn, li termgeha nexweşxaneyekê Xertûmê termê 11 kuştiyên sivîl hene ku di nav de termê 2 zarok û jinekê jî heye. Her wiha bi piranî cenaze, şewitî û parçekirî ne ji ber wê nehatin veguhastin.

 (fr)