Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû

Li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê,  6′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan di roja duyemîn de bi dawî bû.

Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
Mîhrîcana Hunera Zarokan a li Kobanê bi dawî bû
3 îlon, 2023   12:11
KOBANÊ

6′emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a li ser asta herêma Firatê duh bi dirûşma "Zarok hêviyên pêşeroja azad in" li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kiribû.

Mîhrîcan ku  ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve bi sponseriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Komên ku di roja yekemîn de hunerên xwe pêşkêş kirin ev in; Koma Şehîd Şîlan a Hîlala Zêrîn, Koma Şehîd Şîlan a dîlanan a Çand û Hunera Baqî Xido, koma Şehîd Mistefa ya şano, koma Şehîd Esmer a strana a Tevgera Hîlala Zêrîn, Koma Kulîlkên Pêşerojê ya danîngeha Kobanê, koma Peymangeha Vejîn, koma Şehîd Sakîne ya şano, koma Barîn a muzîkê, koma Tîrêja Rojê ya danîngehê û koma Şehîd Dicle a şanoyê.

Di roja duyemîn de koma Şehîd Dicle ya muzîkê, koma Şehîd Mizgîn a şanoyê, koma Şehîd Mizgîn a Tevgera Hîlala Zêrîn, koma Eyn Îsa, koma Sirînê, koma Rewda Zanav, koma Şehîd Yekta ya şanoyê, koma Redwa Rîmas, koma Desteya Jinan û koma govendên Efrînî ya Çand û Hunerê ya Baqî Xido daketin ser dike û  hunerên xwe pêşkêş kirin 

Di dawiya mîhrîcanê de xelat li zarokan hatin belavkirin.

(êş/bb)

ANHA