Di merasîmê oxirkirina 2 şehîdan de soza tolhildanê

Li Tebqayê cenazeyê du endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veşartin ku di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de şehîd bûbûn. Di merasîmê oxirkirinê de fermandarekî HAT′ê axivî û soza tohildanê da.

3 îlon, 2023   12:39
TEBQA

Bi sedan şêniyên Tebqayê bi merasîmekê cenazeyên endamên Hêzên Anî Terorê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Silêman û Enes El Rehal li Goristana Şehîdên Tebqayê spart axê.  Mihemed Silêman û Enes El Rehal di operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de li Dêrazorê şehîd bûbûn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El Hisên axivî û wiha got: "Dilovaniya xwedê li şehîdan be ku soz dane û soza xwe bi cih anîn. Şehîdan di oxira parastina vî welatî de canê xwe da."

El Hisên soza domandina xeta şehîdan da.

Hevseroka Komîteya Hundirîn a Tebqayê Yesreb El Hesûn got: "Aliyên xedar hewl didin di bin dirûşmên neteweyî û etnîkî yên derew de û bi rêya şerê taybet fitneyê derxin û şerekî navxweyî di navbera gelên herêmê de biafirînin. Ev alî wê nikarin bigihînin armancên xwe. Heqîqet dimîne û her yek berdêlên giranbuha ji bo vî welatî dide, sekna me ya îro li vî cihî pîroz e mînak e."

Yek ji fermandarên HAT′ê Şiyar Hemo jî wiha got: "Em ji her kesên dixwazin an jî difikirin destdirêj ewlehî û îstîqrara vî welatî bike re dibêjin, QSD′ê parêzvanê herêmê ye û gelê wê di oxira armaniya welat de canê xwe bide."

Hemo wiha domand: "Em tolê ji dijminên welat û her kesê hewl bide ewlehiyê têk bibe hilînin."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Huda El Ewan bal kişand ser operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′  û got: " Armanc ji vê operasyonê têkbirina şaneyên DAIŞ′ê û bazirganên hişbirê ye, her wiha rêgirtina li ber êrişên muhtemel û girtina kesên dijî qanûnê derdikevin e.′′

Piştî axaftinan wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên her du şehîdan hatin li Goristana Şehîdên Tebqayê hatin veşartin.

(fr)

ANHA