Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çete ji bejahî êrişî gundewarê Minbicê dikin

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan bersiva êrişa bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên bakur û rojavayê Minbicê daye.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Çete ji bejahî êrişî gundewarê Minbicê dikin
1 îlon, 2023   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya facebookê ev agahî parve kirin: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro danê siharê bersiva êrişa bejahî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker a dijî gundewarên bakur û rojavayê Minbicê, da.

Êriş ji gelek aliyan ve li djiî bajarok û gundên bajkur û rojavayê Minbicê hat kirin. Hêzên meclisê bersiva wan êrişan da.

Şêniyên gundên sînorî yên li hember eniya şer ji gundên xwe derdikevin.

Eger geşdanên din rû dan em ê parve bikin.”

(c)