Dewleta dagirker herêmên Başûr bi dijwarî bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêmên Şarbajêr, Balekayetî, Binarê Qendîl û herêmên Raperîn ên Başûrê Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Dewleta dagirker herêmên Başûr bi dijwarî bombebaran kirin
1 îlon, 2023   07:21
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, duh derengiya şevê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê, Binarê Qendîlê, Herêma Raperîn û Balekayetî ya ser bi Hewlêrê, bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî heman agahiyan balafirên şer gundê Gelale ya ser bi Şarbajarê herî kêm 10 caran bombebaran kirine.

Balafiran hemwext li Binarê Qendîl û Herêma Raperînê jî, Bolê, Dola Şawrê bombebaran kirin.

Di heman kêliyan de balafiran bajarokê Êsêwe ya ser bi Herêma Raperînê jî bombebaran kirine. Li gorî agahiyan pencereyên gelek malan şikestine. Di heman wextî de balafiran çiyayê Qendîlê jî bi dijwarî bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan balafirên şer li ser herêmê binizmî firiyane û bûye sedema tirsek mezin di nava xelkê de.