Ji bo naskirina xetereyên narkotîkê zêdetirî 500 broşûr hatin belavkirin

Meclisa Kombûna Jinan a Zenbûya şaxê Tebqayê ji bo hişyarkirina şêniyan li hember xetereyên narkotîkê û zirarên wê yên li ser civak û endaman, zêdetirî 500 broşûr belav kir.

Ji bo naskirina xetereyên narkotîkê zêdetirî 500 broşûr hatin belavkirin
Ji bo naskirina xetereyên narkotîkê zêdetirî 500 broşûr hatin belavkirin
Ji bo naskirina xetereyên narkotîkê zêdetirî 500 broşûr hatin belavkirin
Ji bo naskirina xetereyên narkotîkê zêdetirî 500 broşûr hatin belavkirin
29 tebax, 2023   15:10
TEBQA

Kampanya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Tebqayê bi dirûşma “Bi hev re civaka xwe biparêzin û ewlehiyê pêk bînin” 1`ê Tebaxê dest pê kiribû. Kampanya dê 2 mehan bidome. Di wê çarçoveyê de endamên kombûnê, ji bo hişiyarkirina xelkê bajêr li hember narkotîkê û zirarên wê yên li ser civak û endaman, zêdetirî 500 broşûr belav kir.

Di broşûran de, cureyên narkotîkê çi ne, zirarên wê li ser mirov û civakê çi ne, nîşaneyên bengîtiya wê çi ne hatine şîrovekirin.

Her wiha di broşûran de, bang li belavkirina hişyariyê li dibistanan, peymangehan û di nava civakê de hatiye kirin ku li gor wê panel yan jî semînerên têkildarî mijarê li her komînekê bê dayîn. Çavê malbatê her tim li ciwanan be û wan ji van madeyan hişyar bike.

(şx)

ANHA