`Divê hesab ji sûcdarên hedefgirtina Jin TV bêpirsîn`

Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî bang li dewleta Tirk a dagirker kir ku der barê êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, erebeya Jin TV`yê de lêpirsînekê dest pê bike.

`Divê hesab ji sûcdarên hedefgirtina Jin TV bêpirsîn`
29 tebax, 2023   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî li ser malpera xwe ya fermî, daxuyaniyeke kurt weşand û banga pêwîstiya rawestandina êrişan li dijî rojnamevan û karmendên ragihandinê kir. Her wiha diyar kir ku divê derfet ji wan re bê dayîn ku bê mudaxele karê xwe bikin.

Yekitiyê di daxuyaniya xwe de got 23`yê Tebaxê di encama êrişa balafireke bêmirov de li Qamişlo yê rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola QSD`ê de ye, ajokar Feysel Hec Sînan hat kuştin û nûçegihan Delîla Egîd bi giranî birîndar bû. Her du jî karmendên Jin TV ne ku ji aliyê komeke rojnamevanan ve tê birêvebirin.”

Yekitiyê bang li desthilata Tirk kir ku bilez lêpirsînekê çêkin, hesab ji sûcdaran bipirsin. Her wiha got divê rojnamevan û karmendên ragihandinê neyên hedefgirtin û divê bê mudaxele karê xwe bikin.

(şx)