QSD: Operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` bi pisporane didome

QSD`ê got operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bi pirsporane didome û bi awayekî cidî bi sûcdaran, sekvanan û yên saziyên xizmetguzariyê girtine re, mijul dibe.

QSD: Operasyona `Xurtkirina Ewlehiyê` bi pisporane didome
29 tebax, 2023   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) aşkera kir ku hêzên operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya ku QSD`ê li dijî şaneyên DAIŞ`ê li Dêrazorê dest pê kiriye, bi pisporane didome. Ew bi awayekî cidî bi sûcdaran, skevanan û girtina saziyên xizmetguzariyê yên fermî, kesên destê wan di bazirganên narkotîkê û qaçaxiya çekan li bajarokê Ezbe yê bakurê Dêrazorê de hene, mijul dibe.   

Navendê destnîşan kir ku operasyon heta tunekirina şaneyên DAIŞ`ê û girtina tevahî kesên destê wan di derxistina tevliheviyê de hene, berdewam e.

(şx)