Rêveberiya Xweser 'komîteya windayiyan' ava kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aqûbeta kesên windayî komîteyek ava kir.

Rêveberiya Xweser 'komîteya windayiyan' ava kir
29 tebax, 2023   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku komîteyeke têkildarî windayiyan ava kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ′′Biryara avakirina komîteya windayên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî biryara Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya A/77/L79 a dîroka 23′ê Gulana 2023′an pêk hat. Li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî divê saziyeke navneteweyî ya serbixe ya têkildarî windayiyan li Sûriyeyê were avakirin. Daîreya Têkiliyên Derve ji aliyê xwe ve ev biryar erênî dît."

Li gorî daxuyaniyê, Rêveberiya Xweser ji baweriyê ku divê pirsgirêkên mirovî yên ku ji ber şerê li Sûriyeyê derketine, di ser de pirsgirêka windayan were çareserkirin, biryara avakirina Komîteya Windayiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Rêveberiya Xweser avakirina vê komîteyê spart van sedeman:

′′Sedema yekemîn: Bandorên vê pirsgirêkên, êş û azarên ku malbatên windayiyan di her kêliyekê de dikişînin, mafên windahiyan û malbatên wan ku divê çarenûsa wan were diyarkirin.

Sedema duyemîn: Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî biryarên navnteweyî, di serî de birayra Konseya Ewlekariyê ya 2254 a sala 2015′an û biryara 2474′an a sala 2019′an, divê pirsgirêka windayiyan jî bê çareserkirin.

Di heman demê de ji ber ku doza windayiyan dozeke mirovî û qanûnî ye."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: " Li ser banga Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku divê komîteyek serbixwe ji bo windayiyên li Sûriyeyê were avakirin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya Daîreya Têkiliyên Derve saziyeke bi navê ′Komîteya Têkiliyên Windayiyên li Bakurû Rojhilatê Sûriyeyê′ ava kir. Sazî ji komeke parêzeran û komîteyeke navendî pêk tê ku navenda wê li bajarê Qamişloyê ye. Her wiha komîteyên şaxî li herêmên Rêveberiya Xweser hene. Ev komîte bi tevkarî û hemahengiya bi aliyên têkildar re lêkolînê dike û çarenûsa kesên ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve winda ne, bêyî cudabûna zayendî, an neteweyî, an olî an jî mezhebî, dişopîne.

Li ser vê yekê em ji raya giştî ya xwecih, herêmî û navneteweyî re avakirina komîteya têkildarî windayiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radighînin. Di demeke pêş de dê dîroka destpêkirina karê komîteyê û çawaniya têkeldayînê pê re were ragihandin."

(bb)