Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi daxwaz û piştgiriya eşîran hatî destpêkirin

Şervanên QSD`ê yên beşdarî Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” bûne, diyar kirin ku ev operasyon li ser daxwaza rûspiyên eşîrên Dêrazorê hatiye destpêkirin.

Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' bi daxwaz û piştgiriya eşîran hatî destpêkirin
29 tebax, 2023   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li herêma Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin, di roja 3`emîn de dewam dike.

Şervanên QSD`ê yê beşdarî operasyonê bûne ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku operasyon li ser daxwaza gel û eşîrên Dêrazorê hatî destpêkirin.

Şervanan destnîşan kir ku operasyon baş bi rêve diçe û encamên erênî bi dest dixe û gotin: “Em ê heta paqijkirina herêmê ji şaneyan bi temamî, operasyonê bidomînin.”

Şervanan bi bîr xist ku şaneyên DAIŞ`ê ji bo derxistina fitneyê rûspiyên qebîl û eşîrên herêmê û bi taybet ên gundewarê Dêrazorê dikirin hedef û bal kişandin ku çeteyên DAIŞ`ê dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin, lewma ji bo mayîndekirina ewlehiyê li Dêrazorê ev operasyon hatî ragihandin.

Şervanên QSD`ê gotin: “Wekî hêzên QSD`ê em parçeyekî gelê hermê ne. Em jî zarokên van eşîran in, em herêmê diparêzin. Eşîr jî piştgiriya me dikin.”

(c)

ANHA