Li Eyn Îsayê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê

Şêniyên kantona Girê Spî bi du çalakiyan bêdengiya hêzên navneteweyî li hember tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ew ê heta pêkanîna azadî fîzîkî ya Rêbertî tê bikoşin.

Li Eyn Îsayê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê
Li Eyn Îsayê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê
Li Eyn Îsayê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê
Li Eyn Îsayê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê
29 tebax, 2023   11:58
EYN ÎSA

Ciwanên Partiya Yekitya Demokratîk (PYD) li kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina tecrîda li diî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Meş ji pêş Mizgefta Mezin ber bi Çerxerêya Şehîd Cûdî ya li naverasta Eyn Îsayê ve dest pê kir. Di meşê de bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên Girê Spî beşdar bûn.

Li çerxerêyê hevserokê PYD′ê ya Girê Spî Sebrî Nebo axivî û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşînê bilind bikin.

Nebo bêdengiya rêxistinên mirovî li hember kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li wan kir ku li hember aşkerakirina rewşa tenduristî ya Rêbertî berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

Meş bi diruşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ey serok" bi dawî bû.

Girêdayî heman mijarê, dayikên şehîdan ên Eyn Îsayê li pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê daxuyaniyek da. Endama rêveber a meclisê Nûra El Ehmed bi beşdariya dayik û hevjînên şehîdên Girê Spî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li diî Rêber Abdullah Ocalan û mehrûmkirina wî ji mafên herî hêsan ên di qanûn û mîsaqên navneteweyî de hene hate şermezarkirin.

Dayikan di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî; CPT′yê li hember sûcên li dijî Rêbertî û hevrêyên wî yên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de rexne kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.

(fr)

ANHA